Berawirdkirinek di Navbera Menzûmeya Şêxê Sen’anî ya Feqiyê Teyran û Nezîreya Wê ya Xemgînê Xanî da
Nezîre têgeheke helbesta klasîk e, dema helbestvanek ji helbestekê hez dike yan jî dixwaze helbestê bi heman teşeyê nezmê û carna bi heman naverokê jî binivîse, bi armanca berfirehkirina hin babetan û ciwanbêjkirina ramanan, nezîreya wê helbestê dinivîse. Gelek helbestvanên...
Saved in:
Main Author: | |
---|---|
Format: | Article |
Language: | Arabic |
Published: |
PAK AJANS Yayıncılık
2024-12-01
|
Series: | Nubihar Akademi |
Online Access: | https://dergipark.org.tr/tr/doi/10.55253/2024.nubihar.1582791 |
Tags: |
Add Tag
No Tags, Be the first to tag this record!
|
Summary: | Nezîre têgeheke helbesta klasîk e, dema helbestvanek ji helbestekê hez dike yan jî dixwaze helbestê bi heman teşeyê nezmê û carna bi heman naverokê jî binivîse, bi armanca berfirehkirina hin babetan û ciwanbêjkirina ramanan, nezîreya wê helbestê dinivîse. Gelek helbestvanên serdema nûjen ên ku bi şêwaza klasîk nivîsîne nezîre afirandine, yek ji wan Xemgînê Xanî ye ku nezîreyek ji çîroka menzûm a Feqiyê Teyran a bi navê Şêxê Sen'anî re nivîsîye. Di vê lêkolînê de berawirdkirineke edebî di navbera çîroka şêxê Sen’anî ya Feqiyê Teyran (1563-1632) û nezîreya wê de hatiye kirin ku ji aliyê helbestvan Xemgînê Xanî (1915-2008) ve hatiye nivîsîn; xalên wekhev û yên cuda di navbera herdu menzûmeyan de ji aliyê naverokê, teşeyên nezmê, serwa û erûzê ve her weha ji aliyê qebareya herdu berheman ve hatine ronîkirin û hatiye diyarkirin ku herçend serdema nivîsîna vê berhema Xemgînê Xanî ji ya Feqiyê Teyran dûr be jî, di asteke bilind de hatiye nivîsîn ku resenîya helbesta klasîk parastiye û kariye berhemekê di asteke ne kêmî asta Feqiyê Teyran de binivîse. |
---|---|
ISSN: | 2147-883X |