Çavkaniyên Hizrî yên Feqîyê Teyran

Edebîyata klasîk ji qederek çavkanîyên hizrî yên hevpar ên wekî dînî, tesewifî, dîrokî û efsanewî sadir bûye. Şairên di vê qadê da bi mezmûn û mefhûmên hevbeş, berhemên xwe lê kirine. Wekî şairekî mitesewif Feqîyê Teyran jî xwe li vê qadê girtîye û berhemên xwe li gorî hiş û...

Full description

Saved in:
Bibliographic Details
Main Author: Önder Beyter
Format: Article
Language:Arabic
Published: PAK AJANS Yayıncılık 2024-12-01
Series:Nubihar Akademi
Online Access:https://dergipark.org.tr/tr/doi/10.55253/2024.nubihar.1569361
Tags: Add Tag
No Tags, Be the first to tag this record!
Description
Summary:Edebîyata klasîk ji qederek çavkanîyên hizrî yên hevpar ên wekî dînî, tesewifî, dîrokî û efsanewî sadir bûye. Şairên di vê qadê da bi mezmûn û mefhûmên hevbeş, berhemên xwe lê kirine. Wekî şairekî mitesewif Feqîyê Teyran jî xwe li vê qadê girtîye û berhemên xwe li gorî hiş û zêhna vê dinyayê dane. Di vê gotarê da bi rêbaza wesfî hewl hatîye dayîn ku xwendinek li berhemên Feqîyê Teyran bê kirin da ku çavkanîyên hizrî yên ku helbestên wî pala xwe danê bên tesbîtkirin. Di vê xebatê da herweha çavkanîyên hizrî yên Feqî li gorî çar kategorîyan hatine vekolîn ku ew jî dîn, civak, însan û siruşt e. Bi qasî lêkolîna vê gotarê ew yek hatîye tesbîtkirin ku Feqî jî wekî her helbestvanekî klasîk, ji hêla jêderên hizrî va sûd ji dînê Îslamê, tesewif, mîtolojîya civakên qedîm ên herêmê û herweha dîrok û efsaneyên Îranê wergirtîye. Dîsa di vê lêkolînê da derketîye holê ku çi berî xwe çi jî serdema jiyana xwe, Feqî dîroka Kurdî jî ji hêla hizrî va kirîye jêdera berhemên xwe.
ISSN:2147-883X