Plansaziya Zimên di Xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de
Ev xebat di çarçoveya plansazîya zimên de hat amadekirin. Xebatên plansazîya zimên yan ji alîyê kesan yan jî ji alîyê sazîyan ve tên meşandin ku dewletên serbixwe ji bo standardîzasyona zimanê fermî sazîyan ava dikin. Di vî warî de, plansazîya zimên a madî/gewdeyî û ya statu...
Saved in:
| Main Author: | |
|---|---|
| Format: | Article |
| Language: | Arabic |
| Published: |
PAK AJANS Yayıncılık
2024-06-01
|
| Series: | Nubihar Akademi |
| Online Access: | https://dergipark.org.tr/tr/doi/10.55253/2024.nubihar.1478798 |
| Tags: |
Add Tag
No Tags, Be the first to tag this record!
|
| Summary: | Ev xebat di çarçoveya plansazîya zimên de hat amadekirin. Xebatên plansazîya zimên yan ji alîyê kesan yan jî ji alîyê sazîyan ve tên meşandin ku dewletên serbixwe ji bo standardîzasyona zimanê fermî sazîyan ava dikin. Di vî warî de, plansazîya zimên a madî/gewdeyî û ya statuyê li Tirkîyeyê tenê ji bo tirkî hatîye meşandin. Di rewşa sosyopolîtîk a Tirkîyeyê de kurd, wekî kêmara herî mezin cih digirin û kurdî jî zimanê duyem ê herî berbelav e. Di vê konjonktura sîyasî û civakî de kurdî wek zimanekî standard bi pêş ve neçûye. Ji ber vê yeke, rewşenbîrên kurd, ji bo bilindkirina prestîja zimên û berbelavkirina zimên hewl dane, sazî ava kirine. Ji wan sazîyan yek jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Enstîtu, bi xebatên xwe yên wekî; amadekirina ferhengan, amadekirina pirtûkên rêzimana kurdî, lidarxistina kursên xwendin-nivîsîna bi kurdî, çalakîyên parêzvanîya mafên zimanê kurdî derdikeve pêşberî civaka kurd. Lewma me bi vê xebatê xwest ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji alîyê xebatên we yên plansazîya zimên a madî, statu û plansazîya wergirtinê binirxînin. Çinku ji bo zimanekî standard pêdivî bi plankirina zimên heye ku xebatên sereke yên plankirinê; plansazîya madî, plansazîya statuyê û plansazîya wergirtinê ne. Ev xebat ji destpêk û sê beşan pêk tê. Di beşa yekem de derheqê plansazîya zimên û zimanê kurdî de agahîyên bi giştî hatin dayîn. Di beşa duyem de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat nasandin û di beşa sêyem de jî xebatên enstîtuyê yên derbarê plansazîya zimên hatin nirxandin |
|---|---|
| ISSN: | 2147-883X |