Evîn û Leheng: Wuslat û Fîraqa Lehengî di Şahnameyên Kurdî de
Bê şik yek ji hestên însanî yên herî giring hesta “hezkirin” û “evîndarbûn”ê ye. Ev hesta evînê bi du têgehên bingehîn watedar dibe: Wuslat û Fîraq. Kesê evîndar dema ku evîndar dibe, bi hemî hebûna xwe li ser armencekê radiweste: gehiştina maşûqa/ê xwe û ji wê/wî dûrnemayîn...
Saved in:
Main Author: | |
---|---|
Format: | Article |
Language: | Arabic |
Published: |
Mardin Artuklu University
2024-10-01
|
Series: | Mukaddime |
Online Access: | https://dergipark.org.tr/tr/doi/10.19059/mukaddime.1496892 |
Tags: |
Add Tag
No Tags, Be the first to tag this record!
|
Summary: | Bê şik yek ji hestên însanî yên herî giring hesta “hezkirin” û “evîndarbûn”ê ye. Ev hesta evînê bi du têgehên bingehîn watedar dibe: Wuslat û Fîraq. Kesê evîndar dema ku evîndar dibe, bi hemî hebûna xwe li ser armencekê radiweste: gehiştina maşûqa/ê xwe û ji wê/wî dûrnemayîn. Dikare bê gotin ku beşeke giring a tarîxa edebiyata cîhanê li ser têkoşîn û serpêhatiyên aşiq-maşûqên navdar, li ser van her du têgehan (wuslat û fîraq) ava bûye û serpêhatiyên evînê bûne mijara cureyên edebî yên cuda. Têgeha evînê, yek ji mijarên bingehîn ên edebiyata kurdî ye jî û di vê edebiyatê de xwedî tarîxeke pir kevn e. Di edebiyata navborî de pîvanên cuda yên evînê (pîroz/nepîroz) bi berfirehî têne behs kirin. Di edebiyata kurdî de yek ji berhemên edebî yên ku rîwayetên evîn û evîndariyê lê hatine vegotin, Şahnameyên Kurdî ne. Di van berheman de evîn wekî mijareke sereke ya gelek serpêhatiyan hatiye bikaranîn ku wekî destanên lehengiyê tên qebûlkirin. Armanca vê gotarê nîşandan, analîz û nirxandina helwest û reftarên lehengê mîtolojîk/destanî yên kurdî te li hemberî têgehên “wuslat” û “fîraq”ê. |
---|---|
ISSN: | 1309-6087 |