Bandorên Stereotîpên Zayenda Civakî Li Ser Pêkanîna Kevneşopiya Dengbêjiyê: Mînaka Eyşe ŞAN

Mirov heyîneke civakî ye û tê hêvîkirin ku xwe bi civaka jê derketiye re biguncîne. Lê di civaka em tê de dijîn de helwestên zayenda civakî gelek zêde ne û ev helwest jî bi piranî li dijê jinan in. Eyşe Şan yek ji wan dengbêjên jin e ku di serdema xwe de dengê xwe daye bihîs...

Full description

Saved in:
Bibliographic Details
Main Author: Leyla Kaplan
Format: Article
Language:Arabic
Published: Mardin Artuklu University 2024-11-01
Series:Mukaddime
Online Access:https://dergipark.org.tr/tr/doi/10.19059/mukaddime.1490407
Tags: Add Tag
No Tags, Be the first to tag this record!
Description
Summary:Mirov heyîneke civakî ye û tê hêvîkirin ku xwe bi civaka jê derketiye re biguncîne. Lê di civaka em tê de dijîn de helwestên zayenda civakî gelek zêde ne û ev helwest jî bi piranî li dijê jinan in. Eyşe Şan yek ji wan dengbêjên jin e ku di serdema xwe de dengê xwe daye bihîstin û bandora wê hêj jî dewam dike. Ew jî wekî gelek jinên hemcins tûşî helwestên zayendî maye lê bi awayekî ji hemcinsên xwe cudatir li hemberî wan helwestan ber xwe daye û ketiye pêy xeyalên xwe. Eyşe Şan bi temamiya jiyana xwe de bi stereotîpên zayenda civakî re mucadele kiriye, li ser pê xwe sekiniye, tevî malbat û civakê dîsa jî bi dehan sêlik û band daye tijekirin û konsertan daye. Di vê xebatê de ewil di derheqê jiyan û hunera Eyşe Şanê de agahî hatin dayîn paşê li ser zayenda civakî û stereotîpên zayenda civakî hate sekinîn. Jiyana Eyşe Şanê li gorî stereotîpên zayenda civakî hate nirxandin. Di dawiyê de hate xuyakirin ku kesayeta Ayşe Şanê ya ku di temamiya jiyana xwe de li hemberê stereotîpên zayenda civakî sekiniye, tişta ku dixwaze dizane û ji bo xwestekên xwe bêyî ku dev jê berde dixebite.
ISSN:1309-6087