Şi'ra Muweşşeh ya Şêx Tahirê Şûşî û Hunerên Nuh Yên Edebî

Carînan şair di şi’rên xwe de berê xwe didin hinek hunerên edebî ku bi wê şêwe û bi wê cureyê di şi’rên şa‘irên dîtir de nayêne dîtin. Şi’rên muweşşeh jî yek ji wan hunerên edebî ye ku ji teref kêm şa‘iran ve hatiye bikaranîn. Muweşşeh ji ber ku weke şi’ra akrostîş dihê bilê...

Full description

Saved in:
Bibliographic Details
Main Author: Nurettin Ertekin
Format: Article
Language:Arabic
Published: Mardin Artuklu University 2024-11-01
Series:Mukaddime
Online Access:https://dergipark.org.tr/tr/doi/10.19059/mukaddime.1526165
Tags: Add Tag
No Tags, Be the first to tag this record!
Description
Summary:Carînan şair di şi’rên xwe de berê xwe didin hinek hunerên edebî ku bi wê şêwe û bi wê cureyê di şi’rên şa‘irên dîtir de nayêne dîtin. Şi’rên muweşşeh jî yek ji wan hunerên edebî ye ku ji teref kêm şa‘iran ve hatiye bikaranîn. Muweşşeh ji ber ku weke şi’ra akrostîş dihê bilêvkirin, bes weke ji herfên serê misrayan derxistina navan dihê famkirin. Lê di mînakên edebiyata klasîk de sûdwergirtina ji herfên şi’rê cureyeke muweşşehê ye û jî muweşşehên dîtbarî yên weke di şiklên balindeyan û daran, muweşşehên çargoşe û grover jî sûd hatiye wergirtin. Ev xebat şi’ra muweşşeha a Şêx Tahirê Şûşî ya bi navê "Mûma Dilî" vedikolîne. Li ser vê, pirsa xebatê ev e; di edebiyata Kurdî ya Klasîk de zêdahî li cureyên şi’ra muweşşeh bûye an nebûye û şa‘irên edebiyata Kurdî ya klasîk hunerên edebî ava kirine an nekirine. Rêbaza xebatê lêgerîna lîteratorê ye û çerçoweya xebatê bi şi’ra muweşşeh a bi navê "Mûma Dilî" ya Şêx Tahirê Şûşî hatiye sînordarkirin. Di encamê de hate dîtin ku; şi’ra Şêx Tahirê Şûşî ya bi navê "Mûma Dilî" cureyeke nuh ya şi’ra muweşşehê ye û di vê şi’rê de hinek hunerên edebî hatine bikaranîn ku di berhemên rewanbêjîyê de kêm dihên dîtin an nayên dîtin.
ISSN:1309-6087